Mal  -  POLTKA
2.Kongreya awarte ya BDP'
Dem : 2012.10.14  18:05:18
Duyemn kongreya awarte ya BDP ro li Enqer pk hat.

JI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ BI HEZARAN KES BEDARÎ KONGRÊ BÛN
Duyemîn kongreya awarte ya BDPê îro li Enqerê pêk hat.

Bi hezaran kesên ji deverên cuda yên Kurdistanê û cîhanê tevlî kongreyê bûn.

Ji çar aliyên kurdistanê nunerên partiyên siyasî, nunerên 32 welatên cuda û saziyên civakî û rewenbîr di kongreya BDPê de amadebûn.

Duyemîn kongreya awarte ya BDPê îro li Enqerê li salona Ahmed Taner Kilali pêk hat.

Ji doh êvarê ve ji gelek deverên Kurdistanê û tirkiyê bi hezaran kurdistanî ji bo bedariya kongreyê ketin ser rê.

Îro di saetên sibehê de, bi hezaran kurdistanî û dostên wan li ber salona kongreyê civiyan.

Lê belê ji ber zêdebûna gel, salon têrî wan nekir û qasî yê li salonê kes li derve man.

Kurdistaniyên ku nekaribûn bikevin salonê jî li derve ji monîtoran kongre temae kirin.

Cara yekeme ji çar perçeyên Kurdistanê nunerên partiyên siyasî bedarî kongreyekê bûn.

Ji baur Endamê Mekteba siyasî ya YNKê Mele Bextiyar weke nunerên taybet ê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di kongreyê de amade bû.

Dîsa serokê berê yê parlementoya herêma kurdistana baur Kemal Kerkûkî, Hevserokê PÇDKê Diyar Xerîp, nunerên Goran û nunerên hemû partiyên siyasî yên Baur bedarî kongreyê bûn.

Ji Rojhilatê kurdistanê jî nunerên partiyên siyasî, her wiha ji rojavayê Kurdistanê jî Nunerên Desteya bilind a Kurd mêvanên kongreya BDPê bûn.

Ji qada navneteweyî jî bedarên kongreyê hebûn.

Piraniya wan welatên Ewropayê nunerên 32 welatan li salonê amade bûn.

Ji tirkiyê jî nunerên rêxistinên mafên mirovan, rewenbîr û nivîskar weke mêvan bedarî kongreyê bûn.

Salona Kongreyê jî bi pankartan hate xemilandin.

Pitî hilbijartina dîwanê hevseroka partiyê Gultan Kianak axivî.

Kianak polîtîkayên hikûmeta AKPê rexne kir û got, emê li hemberî zilm û zora wan serê xwe netewînin...



DEMÎRTA: DIVÊ DAXWAZÊN JI BO ATÎ Û AZADIYÊ YÊN GELÊ KURD BÊN PEJIRANDIN
Hevserokê Gitî yê BDP'ê Selahattîn Demîrta, hemû parlementerên BDP'ê yên girtî, mevanên ku ji çar aliyan hatin tevlî kongreyê bûn û hemû girtiyên siyasî slav kir û dest bi axaftinê kir.

Demîrta di berdewamiya axaftina xwe de hemû kes û pêengên ku ji bo tekoîna azadiya Kurdistanê ked dane slav kir.

Demîrta, da zanîn ku ew bi hiyariya "An Azadî An Azadî" têdikoin û kesên dîroka gelê kurd a berxwedanê nizanibin nikarin kurdan fam bikin.

Hevserokê BDPê pêketinên li tevahiya Kurdistanê nirxandin û bal kiand ser orea rojavayê Kurdistanê û bang li hemû gelê kurd kir ku pitgiriyê bidin orea Rojavayê Kurdistanê.

Demîrta pitre ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bang li rayedarên dewlet û hukûmeta tirk kirr.

Hevserokê BDPê destnîankir, ku ji bo atî pê bikeve divê berî her titî bi KCK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û wiha dewam kir:

"Pirsgirêk bi muxataban re çareser dibe. Pirsgirêk bi muzakere û diyalogan çareser dibe. Eger bi rêya muzakere û diyalogan çareser bikin em amade ne. Ku dewlet û hikûmet bi feraseta tecrîda li Îmraliyê ya di nava dîwarên beton de nêzîk bibe, nikare pirsgirêkê çareser bike."

Selahatîn Demîrta ji bo modela çareseriyê jî bal kiand ser projeya herêmên xweser û diyarkir, ku ew dixwazin tirkiye bi 15-20 herêman were bi rêveberin û her herêm bi xweseriya xwe ya  çandî, zimanî, aborî û îdarî xwe bi xwe birêve bibe.

Hevserokê BDPê got; "Pêniyarên me pir ekerene. Em her titî zelal tînin rojevê. Em dibêjin bi yek ziman, yek çand û yek rengî Tirkiye birêve naçe. Daxwaza yek ziman, yek netew û yek nasname li dijî gelê Kurdistanê neheqî û zilma herî mezin e. Ev feraset di ti ol û pirtûkan de tune."

Demîrta, der barê pir-rengî, pir zimanî û pirdengiyê de ji sûretê quranê mînak dan û diyar kir ku kesên dibêjin 'em mislimanin' divê li sûretê quranê binerin û pit re bi axivin. 

924 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA