Li girtgehn Tirkiy 228 j giran, 578 girtiyn nexwe hene
Dem : 2014.12.19  13:38:38
Li Tirkiy ligel rewa girtiyn nexwe roj bi roj giran dibin j, girtiyn nexwe nayn berdan. Li gor rapora HD 228 j giran, 578 girtiyn nexwe hene. Tev raporn saziyn tipa edl raporn bijakan girtiyn nexwe nayn berdan her sal gelek derbestn girtiyn nexwe ji girtgeh derdikeve.

Li Tirkiyê ligel rewa girtiyên nexwe roj bi roj giran dibin jî, girtiyên nexwe nayên berdan. Li gorî rapora ÎHD’ê 228 jê giran, 578 girtiyên nexwe hene. Tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîakan girtiyên nexwe nayên berdan û her sal gelek derbestên girtiyên nexwe ji girtîgehê derdikeve.

Tevî ku pêvajoya diyalogê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin 2 sal derbasbûn jî hikûmeta AKP’ê tu gavên ênber neavêtin. Ji destpêka pêvajoya diyalogê heya niha yek ji xalên herî giring Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser rewa girtiyên nexwe ên di girtîgehê de ne radiweste. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 228 jê giran, 578 girtiyên nexwe hene.

‘Tevî raporên bijîkan girtiyên nexwe nayên berdan’

Parêzerê axa ÎHD’ê ya Amedê Yusuf Erdogan der barê rewa girtiyên nexwe ên di girtîgehan de ji Ajansa me re axivî. Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ligel rewa girtiyên nexwe roj bi roj giran dibin jî girtiyên nexwe nayên berdan û anî ziman ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de 228 jê giran, 578 girtiyên nexwe hene. Erdogan bilêv kir ku tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîkan jî girtiyên nexwe nayên berdan û her sal gelek darbestên girtiyên nexwe ji girtîgehê derdikeve.

‘Pêwîste girtiyên nexwe demildest serbest werin berdan’

Erdogan balkiand li ser sozên Cigirê Serokwezîr û berdevkê demê yê hikûmetê Bulent Arinç ên beriya hilbijartinên 30’ê Adarê gotibû “Pitî hilbijartinê em ê ji bo 40-50 girtiyên nexwe sererastkirinê bikin" lê heta niha xwedî li sozên xwe derneketiye. Erdogan bilêv kir ku di girtîgehan de 228 girtiyên giran hene û pêwîste qanûn werin guhertin û demildest girtiyên nexwe werin dermankirin.

‘Hikûmeta AKP’ê di nava helwestên antaj de ye’

Erdogan di berwama axaftina xwe de diyar kir ku bi dehan caran helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî girtiyên nexwe bi gelek cure çalakiyan ermezar kirine, pêwîste hikûmeta AKP’ê bi awayek mirovahiyê nêzî mijara girtiyên nexwe bibe. Erdogan bilêv kir ku hikûmet di nava nêzîkatiyeke antajê de ye û wiha got: “Ev nêzîkatî di alî polîtîk, exlaqî û wijdanî de nayê vegotin. Dema pêvajoyê dest pê kir, yekemîn rojeva Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rewa girtiyên nexwe bû.”

‘Pêwîste qanûna 275 were guhertin’

Erdogan destnîan kir ku pêwîste rewa girtiyên nexwe weke gef û bazarê neyê mijarê, eger hikûmeta AKP’ê di pêvajoya diyalogê de cidiye weke dikare di meclîsê de qanûnê derbas bike. Erdogan derbirî ku pêwîste qanûna 275 were guhertin û hemû girtî serbest werin berdan.

’40 rojan îkence li hevserê min kirin’

Xizmên girtiyên nexwe jî diyar kirin kirin ku ew dixwazin girtiyên nexwe serbest bên berdan û rojên dawî li ba wan derbaz bikin. Yek ji van girtiyê nexwe jî ku nayê berdan Înayet Mete ku 20 sal in di Girtîgeha Tipa D a Amedê de tê girtin. Hevsera girtiyê nexwe Înayet Mete, Nesîbe Mete diyar kir ku hevserê wê dema hat girtin 40 roj li ser hev îkence li hevserê wê kirine û ev tit gotin: “Ji ber îkenceya zêde li hevserê min kirin û rewa tenduristiya wî ber bi nebaiyê ve çû, hevserê min 3 mehan ser hev nedikarî li ser pita xwe rabe. Di girtîgehê de gelek caran rastî nêzîkatiyê keyfî tên û girtiyên nexwe derman nakin.” Mete anî ziman ji ber ert û mercên neba ên girtîgehê hevserê wê bi nexweiya kezebê ketiye û her roja diçe nexweiya wî dijwar dibe. Mete bang li raya gitî kir ku der barê rewa girtiyên nexwe de bi hestyarbin û xwest demildest hemû girtiyen nexwe werin berdan.

Hevsera girtiyê nexwe yê bi navê Bedrî Çakmak, Fatma Çakmak ji axivî û diyar kir ku hevserê wê nexweê tansiyonê ye û her ku diçe rewa wî ber bi xeteriyê ve diçe. Çakmak anî ziman ku tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîkan hevserê wê nayê berdan û her ku diçe rewa wî ya tenduristiyê wî neba dibe. Çakmak di dawiya axaftina xwe de helwest û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê rexne kir û xwest girtiyên nexwe rojên xwe yên dawî li gel mabat û xizmên xwe derbas bikin û daxwaza berdana wan kir.

‘Bav û kurê nexwe di girtîgehê de ne’

Hevsera girtiyê nexwe Mehmet Emîn Ozkan, Emîne Ozkan der barê hevserê xwe û kurê xwe yê nexwe yê di Girtîgeha Tipa D a Amedê de agahî dan û diyar kir ku hevserê wê 19 sal in di girtîgehê de ye û bi gitî cezayê wî 30 sale tevî rewa wî ya tenduristiyê nebae jî nayê berdan. Ozkan der barê kurê xwe de jî agahî dan û anî ziman ku kurê wê Newzat Ozkan ji li Girtîgeha Amedê tê girtin. Ozkan destnîan kir ku tevî rewa kurê wê nebae jî di girtîgehê de tê girtin û wiha got: “Bi gitî ev 6 sal in kurê min di girtîgehê de ye bi gitî 20 sal lê hatiye birîn.”

Ozkan diyar kir ku nexweiya hevser û kurê wê giran e û di vê rewê de nikarin di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: "Bijîk ji me re got ku nexwe nikare di vê halê de li girtîgehê bimîne û divê demê de jî pêwîste li nexwexaneyê derman bibe. Em jî wek malbata wî dibêjin ku êdî bila tevî nexweiyan tehliye bikin.”

Ozkan herî dawî bang li hikûmet û dewletê kir û got: "Di vê pêvajoyê de, PKK û gelê kurd çi ji destê wan hat kirin. Êdî bila hikûmet jî gav biavêje. Heke dixwaze çareseriyek çêbe, divê ewil girtiyên nexwe azad bike. Em naxwazin êdî darbestên girtiyan ji girtîgehan derkeve."

432 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN