Bi deh hezaran kes ji bo Robosk ney jibrkirin kombn
Dem : 2014.12.28  15:59:21
Hevserok Git y HDP' Selahattn Demrta di branna 3'yemn salvegera Komkujiya Robosk de axiv wiha got: "We kar li edliyeyan dosyayan bigirin. We ji stxbaratvann di bin fermana we de rca kir dosya we dan girtin l we nekar dosyaya di dil gel de bigirin. Xwna zarokn Robosk bi dest we ket hn di qesra xwe de aramiy nabnin."

Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrta di bîranîna 3'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî de axivî û wiha got: "We karî li edliyeyan dosyayan bigirin. We ji îstîxbaratvanên di bin fermana we de rîca kir dosya we dan girtin lê we nekarî dosyaya di dilê gel de bigirin. Xwîna zarokên Roboskî bi destê we ket hûn di qesra xwe de aramiyê nabînin."

Bi deh hezaran kes ji bo 3'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya li gund Roboskî ya navçeya Qilebanê ya irnexê bûn. Bi sedan ciwanên al û apik li xwe kirin girse û heyetên hatin gund pêwazîkirin. Hevserokê Gitî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrta, Hevserokê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Seroka Gitî ya EMEP'ê Selma Gurkan, rêveberên DBP û HDP'ê yên herêmê, parlementer, KESK, TTB û gelek rêxistinên sivîl tevlî bernameyê bûn.

Pitî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê irnexê Salîh Gulenç axivî û hemû kesên tevlî bernameyê bûn silav kir. Serokê Gitî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî komkujî ermezar kir. Endamê Konseya Navendî yê TTB'ê ehmuz Gokalp jî berxwedana malbatên Roboskî piroz kir û careke din sersaxî li malbatan da. Seroka EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku êa Roboskî hêj zindî ye.

Kurkçu: Kujerê zarokên we Erdogan û Serfermandarê Gitî yê Artêê Ozel e

Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu jî xîtabî welatiyên Roboskê kir û wiha got: “Serokwezîrê vî welatî li hindirû çavên we mêze kir û gote zarokên we qaçaxger in û ji ber vê yekê jî wekî ku kitina wan normal e nîan da.
Kujerê zarokên we Serokwezîrê wê demê Erdogan û Serfermandarê Gitî yê Arteê Necdet Ozel e.” Kurkçu ji ber ku hesabê qatlîamê nekarine bipidsin rexnedana xwe da gel. Kurkçu di berdewama axaftina xwe de ev tit anî ziman: “Li vir nebe em ê li cihe din dîwaneke vê dozê bibîne ava bikin. Ev doz dê ji bo dîwaneke din nemîne em ê bi gel re hesabê qatlîamê ji kujeran bipirsin.”

Hevserokê Gitî yê DBP’ê Kamuran Yuksek jî nirxandina “Qatlîama Roboskê li Kurdistanê qatlîameke li dijî gelê kurd e. Ne ya yekemîn bû lê ji bo ku bibe ya dawî em ê têkoîna xwe bidomînin” kir û ji dîrokê mînak da.

Nê 3 sal 300 sal jî derbas be em ê ji bîr nekin

Hevserokê Gitî yê HDP’ê Selahattîn demîrta jî bi silavkirina hezaran kesên li dijî faîzmê hatine ba hev dest bi axaftina xwe kir û got ku ne 3 sal 300 sal jî derbas be dê qatlîamê ji bîr nekin. Demîrta roja bûyerê bi bîr xist û diyar kir ku hemû rayedarên dewletê ji dest pêkê heta niha ji bo ser bûyerê bigirin bûne yek û sala ku qatlîam qewimî Walî û Qaymeqam jî kurd bûne. Demîrta wina berdewam kir: “Me ji wan re gotibû hên peywirdarên dewletê ne lê we dewlet fêm nekiriye.” Demîrta destnîan kir ku wan xwestine delîl neyîn windakirin lê delîl hatine windakirin.

Ji Demîrta ji bo Erdogan peyam: Hûn ê di qesra xwe de aramiyê nebînin!

Demîrta ê bi nirxandina “We tenê ser dosyayên li edliyeyan gir. We ji mirovên îstîxbaratê yên li ber destên we xwest dosya hatin girtin. Lê Dosyaya gel a ku xwîn digirî nayê girtin. Xwina zarokên Roboskê bi destên we ket ji ber vê yekê hûn ê di qesra xwe de aramiyê nebînin.”


Demîrta kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan jî bibîr xist û wiha axivî: “Me fermana yek mirinekî jî neda. Lê wekî ku ji berpirsyarê kutinan em in xwestin nîan bidin û lînca siyasî kirin. Demîrta bang li berpirsyarên qatlîamê jî kir û wiha got: “Hûn ê bi awayeke adil bên darizandin. Em ê web i dadgerên xwedî wijdan we darizînin. AKP’î em wekî we darizandinên sexte ava nakin, em ê web i awayeke adilane bidarizînin.”

Demîrta di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew soz didin malbatên Roboskê ku dê Kurdistan ji faîzmê re bibe goristan û spasiyên xwe ji bo kesên hatine kir.

Deh hezaran herikîn Goristana Roboskê

Pitî axaftinan bi deh hezaran welatî ji bo biçin ser gorên 34 welatiyên hatil qetilkirin herikîn Goristana Roboskê. Li vir bernameya dê bi daxayunaya dayikên Roboskê ve berdewam bike.

623 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN