Deh hezaran kesan komkujiya Roboskî şermezar kirin
Dem : 2014.12.28  16:02:49
Di 3'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî de bi deh hezaran kes li gelek navendan derketin qadan û komkujiya Roboskî şermezarkirin û xwestin kiryar bên darizandin.

Di 3'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî de bi deh hezaran kes li gelek navendan derketin qadan û komkujiya Roboskî şermezarkirin û xwestin kiryar bên darizandin.

AMED

Hevbirên KESK'ê yên Amedê jî bi heman armancê ber Peykerê Roboskiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Komeleyan 78'ê, Eğîtîm-Sen, DİYA-DER û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên " Em komkujiya Roboskiye jibirnakin" û "Qatîl dewlet dê hesabê bide" hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê KESK'ê Medenî Tutşî ve hat xwend û diyar kir ku di 28'ê çileya 2011'an de li Roboskiye jê 17 zarokên 34 kes hatin qetilkirin û wiha got: "Ligel 3 sal bi ser komkujiyê Roboskiyê derbasbûn hêj kiryar nehatine dîtin. Dewlet û hikûmet AKP'ê qatilan vedişêre. Malbatên Roboskî gelek caran hatin binçavkirn. Komkujiya Roboskî neynika pergala AKP'ê ye. Malbatên Roboskî tenê edalet dixwazin û dibêjîn bila kiyar bê dîtin."

Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn ber Peykerê Roboksiyê.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) jî bi heman armancê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên MHD'ê Prz. Serhat Eren û Prz. Gulşen Ozbek, ÎHD, Baroya Amedê û gelek parêzerên din tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê MHD'ê Prz. Serhat Eren daxuyanî xwend û diyar kir ku rayedarên hikûmetê soza dê berpirsiyaran derxin holê dabû lê heya niha tu tişt tuneye û ligel vê yêkê bûyer veşartin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêxistina DBP'ê ya Çinarê jî bi heman armancê bîranîn li dar xist û gelek kes tevlî bernameyê bûn.

MÊRDÎN

Rêxistina DBP'ê ya Midyadê jî bi heman armancê meş li dar xist. Di meşê de pankratên ''Ne hovîtiya AKP, ne jî hovîtiya DAIŞ'ê ev der Kurdistan e, Berxwedan jiyan e" û "Kiryarê Roboskiyê diyar e AKP" hatin vekirin. Meşê heya Parqa Biratiyê berdewam kir. Rêxistinên sivîl ên civakî yên navçeyê jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat. Di daxuyaniya hatî dayîn de hate xwestin ku kiryar bên dîtin û bên darizandin.

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Meş ji taxên Gundogan û Kayalar ji du aliyan ve Qada Cumhuriyetê berdewam kir. Di meşê de gelek pankrat û dowîzên têkildarî komkujiyê de hatin hilgirtin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û çalakî bi dawî bû

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî li Qada Azadiyê wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Pişt re endamên KESK'ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî li Qada Azadiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de komkujî hate şermezarkirin.

ENQERE

Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 3 sal berê di bin agahdariya dewlet û hikûmetê de 34 welatî hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heya niha tu lêpirsîn nehatine vekirin û lêpirsîna Dozgerê Leşkerî jî vekirî bi biryara bêşapandinê bi dawî bû.

Navneda Giştî ya Egîtîm Senê jî bi hemû şaxên xwe yên Kurdistanê re têkildarî mijarê de daxuyanî û civînên çapemeniyê li dar xistin û komkujiya Roboskiyê şermezar kirin.

SEMSÛR

Rêxistinên HDP û BDP'ê yên Semsûrê jî bi heman armancê meş li dar xist. Bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê ya Semsûrê hatin cem hev û bi pankartên têkildarî komkujiyê de heya Parqa Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de dowîzên “Li Kerbelayê yezît li Roboskiyê faşist li Rojava DAIŞ'ê", "Roja reş Roboski" û "Roboskiyê jibîrnekin" h atin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwadana YPG/YPJ” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina HDP'ê yê Semsûrê Fahriyet Akbaba daxuyanî xwend û diyar kir ku ligel bi ser komkujiya Roboskiyê re 3 sal derbasbûn hêj kiryar nehatine dîtin.

Li navçeya Kolîk a Semsûrê jî Rêxistina DBP'ê bi heman armancê meş li dar xist. Meş li ber avahiya DBP'ê dest pê kir heya Parqa Yuzuncu Yilê berdewam kir. Piştî meşê Rêveberê HDP'ê Emrah Varol daxuyanî xwend û komkujî şermezar kir.

RIHA

Rêxistina DBP'ê ya Wêranşarê jî bi heman armancê meş li dar xist. Welatiyên li taxa Qişla hatin cem hev heya Parqa Maliye meşiyan. KESK, SES, Egîtîm Sen, Tum Bel-Se, DÎSK û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Şehid Namirin” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Piştî meşê Rêveberê DBP'ê yê navçeyê Alî Karaca daxuyanî xwend û diyar kir ku ji ber polîsan zarokên wezîran binçavkirin ji peywirê hatin girtin lê qatilên 34 welatiyan hêj nehatine dîtin.

SÊRT

Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê jî bi tevlîbûna rêveber, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de wêneyên 34 welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Rêxistina Hawêlê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ji bo kiryarên komkujiyê bên dîtin bang hate kirin.

Komeleya Çandê ya Kurdan a Japonayê jî bi heman armancê daxuyanî da û xwest ku kiryar bên dîtin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê bi hezaran kes bi heman armancê ji Qada Îstayonê heya Parqa Zarok a Azad meşiyan. Di meşê de pankartên “Ji Dêrsîm, Gurgum, Newala Qesaba, Roboski gumandarê 'mequl'", “Komkojiya Roboski Şermezar Dikin”, “Bila Komkujiya Roboskî bê zelalkirin", "Em Roboskî ji bîrnekir û em dê hesaba wê bipirsin" û "Em her roj ji bo hesaba Roboskî bipirsin hişyar dibin" hatin hilgirtin û dowîzên “Roboskî nasnameya AKP'ê ye", “Lorîk, xwîn pere" hatin hilgirtin" Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Ocalan", "Bijî serok Apo" û "Qatîl Erdogan dê hesabê bide" hatin berzkirin. Rêveberên HDP'ê, DOKH, ÎHD, HDK û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Meş li Parqa Ozgur Çocuk bi dawî bû. Li parqê 34 darbestên temsîl danîn erdê. Pişt rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Mêrsînê Dîdar Gul daxuyanî xwend û diyar kir ku 3 sal berê 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetil kirin û ligel vê yêkê hêj kiryar nehatine dîtin û nehatin darizandin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Sumerbanka Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê ÎHD'ê Ayşe Buzludag daxuyanî xwend û diyar kir ku meha kanûnê meha komkujiyan e. Buzludag anî ziman ku ji bo tu komkujiyên din çênebin divê doz bên vekirn.

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê ji ber Konak Pîerê heya Sumerbakê ya Konakê meş li dar xistin. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê Cavît Ugur daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujiya Roboskî li hemberî jiyana azad darbeye.

AYDIN

Rêxistina HDP'ê ya Aydinê û Bodrumê jî bi heman armancê meş li dar xistin û kesên jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Di meşan de pankart û dirûşmeyên têkildarî komkujiyê de hatin vekirin û hatin berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Încîrlîova Emîne Îgîcî daxuyanî xwend û diyar kir ku ligel bi ser komkujiyê de 3 sal derbasbûn hêj tu doz nehatine vekirin û kiryar tên veşartin. Li Bodrumê jî HDP'iyên komkujiya Roboskî şermezar dikirin, komeke nîjadperest xwestin êrîşê bikin.

Rageşiya li ber Şaredariya Bodrumê berdewam dike.

MANÎSA

Li Manîsayê ji gelek kes li bazara kevin a Horozkoyê hatin cem hev û 34 darbestên temsîlî hilgirtin û heya goristana taxa Fevzî Çakmak meşiyan. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Yunus Emre Seracettîn Hesas daxuyanî xwe û diyar kir ku ew komkujiya Roboskî ji bîrankin. Endamên Platforma Aştî û Demokrasiyê ya Manîsayê jî li Qada Manolya ya Manîsyê têkildarî heman mijarê de daxuyanî dan çapemeniyê.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya HDP û DBP’ê ji bo şermezarkirina qatlîama Roboskê û bûyerên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meş hate lidarxistin. Nêzî deh hezar kesên li bera vahiya DBP’ê kom bûn bi parkarta “Em komkujiya Roboskiyê şermezar dikin. Kujerên Roboskiyê bila demildest werin eşkerekirin. Gelê Geverê her tim li gel we ne” ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedanan Cizîrê” “Gelê Cizîrê ne tenê ye” “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştre ji bo kesên di qatlîama Roboskê de hatin qetilkirin rêz hate girtin.

Piştre Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerafettîn Dede axivî û bûyerên li Cizîrê bi bîrxist û got ku divê êdî AKP biryarê bide. Piştî wî Hevserokê HDP’ê yê Geverê Ferman Oztunç axivî û qatlîama Roboskê û Cizîrê şermezar kir.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînanê jî esnafan bi munasebeta salvegera qatlîama Roboskê derebeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeyê jibilî ezexane û firinan esnafan dikanên xwe venekirin.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi munasebeta salvegera qatlîama Roboskê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li ber avahiya DBP’ê kom bûn ber bi cadeya Aslanpaşayê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Roboskê li goristanê ne kujer li devre ne” “Bijî Serok Apo” “Roboskê ji bîr neke nede jibîrkirin” hatin berzkirin. Piştî meşê bi sirûda çerxa şoreşê rêz hate girtin. Piştre jî Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Selvî Kaya axivî û got ku yên ku qatlîama Roboskê pêk anîn ji aliyê hikûmeta AKP’ê v ehatin xelatkirin.

Piştî daxuyaniyê girse bi meşê çûn ber avahiya partiyê û ji wir belav bûn.

GIMGIM

Li navçeya Gimgima Mûşê bi sedan welatiyên bi pêşengtiya DBP/HDP'ê hatin cem hev bi meşekê komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Meşa li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev Hevserokên Şaredariyê, Saziyên Civakî yên Sivîl û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Girseyê di meşê de pankartên "Em komkujiyê şermezar diki", "Ji bo Roboskiyê edalet", "Kujer AKP", "Em Roboskiyê ji bir nakin." hatin hilgirtin. Dîsa di meşê de bi dirûşmên "Kujer dewlet wê hesab bide." "Wê Kurdistan ji bo faşîzmê bibe gor" heya Navenda Çandê ya Mordem meşiyan. Piştî meşê deqeyek rêzgirtin hat girtin.

Pişî rêzgirtinê Rêvberê HDP'ê yê navçê Mustafa Dogan axivî û diyar kir ku komkujiya Roboskiyê ji aliyê dewletê ve hatiye kirin û ji avabûna komarê heya niha komkujiyê li hemberî gelê kurd hatiye kirin bi rêz kir.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" belav bûn.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî bi munasebeta 3'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Biranîn li salona dawetê ya Karîzma bi tevlîbûna DBP'ê, HDP'ê, KESK'ê, DÎSK'ê, ÎHD'ê, KURDÎ-DER'ê û gelek kesên din tevlî bûn.

ERZIROM

Rêxkstina DBP'ê ya Erziromê jî bi heman armancê çalakî li dar xist û komkujiya Roboksî şermezar kir û 34 kesên jiyana xwe ji dest dan bibîranîn. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya li taxa Mahallebaşi ya navçeya Yakutiyeyê hatin cem hev û heya qada tax meşiyan. Di meşê de pankart û dirûşmeyên têkildarî komkujiyê de hatin vekirin û hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka DBP'ê ya Bajar Mizgîn Sayan Aksoy daxuyaniyek kin da û dyar kir ku bi ser komkujiyê de 3 sal derbasbûn lê hêj kiryar nehatinde dîtin.

Piştî daxuyaniyê xwendekarên zanîngehê Komkujiya Roboksî weke şano pêşkêş kirin. Piştî şanoyê sînevîzyon hate pêşandin.

WAN

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê jî bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist. Girse li ber Hala Sebzeyan hat cem hev û pankartên “Ji bo hesap pirsina qetliama Roboskî tekoşina Demokratik” û “ Gel li Roboskiî bir neke” vekirin. Girsê li vir 34 tabûtê reş hilgirtin û bi wenêyen yên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên " Em komkujiya Roboskiye jibirnakin" û "Qatîl dewlet dê hesabê bide" heta ber avahiya Aydin Perihan meşiyan. Wekilên HDP’ê ya Wanê Özdal Ucer û Nazmi Gür, MEYA-DER, TUYADDER, Meclisa Dayikên Aşiti û bi hezar welatî tevli meşê bû.

Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Asya Erbaş axivî û diyar kir ku di 28'ê çileya 2011'an de li Roboskiye jê 17 zarokên 34 kes hatin qetilkirin û wiha got: “Heta qetliama Robokî yê neyê ronîkirin, kiryarên wê neyê cezakirin, çareserî pêk nayê."

Piştî daxûyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

649 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN