'Mmar v tkon div di tariy de nemne
Dem : 2015.01.22  16:46:14
Bi hezaran kesn bedar mtnga li Nisbn bn azadiya Rber PKK Abdullah Ocalan xwestin. Parlametera HDP Gulser Yildirim diyar kir ku tkona kurdan tkona gelan e nirxandina Div mmar v tkon di tariy de nemne kir.

Bi hezaran kesên bedarî mîtînga li Nisêbînê bûn azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Parlametera HDP’ê Gulser Yildirim diyar kir ku têkoîna kurdan têkoîna gelan e û nirxandina “Divê mîmarê vê têkoînê di tariyê de nemîne” kir.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêengiya HDP û DBP’ê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîtîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên li Qada Newrozê hatin ba hev û mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Welatiyên ku bedarî mîtîngê bûn bi pankart û dirûman li Cizîrê qetilkirina zarokan û girtinên ku di demên dawî de zêde bûn ermezar kirin. Axaftina dest pêkê ya mîtîngê Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan kir û bal kiand li ser înfazên ku di demên dawî de li Cizîrê diqewimin û ev tit anî ziman: “Li Cizirê ev çend hefte ye provokasyoneke mezin heye. Hemû kes dibêjin li Cizîrê provokasyon heye. AKP jî hikûmet jî partiyên din jî vê tînin ziman. Peywira me jî li hemberî provokasyonan sekinandin e.” Ocalan destnîan kir ku ji bo ku destên Ocalan di pêvajoya çareseriyê ya hatiye destpêkirin de, di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” de xebatên ku tên kirin bi encam bûne û wiha got: “Sedsala 21’emîn dê bibe sala azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd.”

‘Berê jî qatlîamên bi vî rengî bi destên dewletê ve dihat kirin’

Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Musa Alkan jî bilêv kir kul i Cizîrê bil îstikan qatlîam tên kirin û ev tit anî ziman: “Navê ven terora dewletê, çeteyên AKP’ê ne. Heke ev rew li welatên din ba hikûmetê îstifa bikira. Lêe w vê yekê nabînin. Berê jî ev qatlîam bi destên dewletê ve hatibûn kirin.”

Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim jî diyar kir ku kurdan têkoîna ku ev 40 sal in dimeînin hatiye kîjan astê nîanî hemû cihanê dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hatin merhaleyeke wisa ku niha dijminên kurdan jî ji felsefeya gelê kurd û rêberê wan ditirsin. Wan ji mirovahiyê Nesîbê xwe negirtine. Feraseta li Cizîrê qatlîamê pêk tînin, yên li engal û Kobanê qatlîaman pêk tînin hê jî didome. Bila bizanibin ku ev gel, dê bi saya felsefeya birêz Ocalan hovîtiya wan pûç bike. Ev felsefe, ya mirovahî, îman, exlaq, atî û wekhevî ye.”

‘Em ê hilbijartinê de feraseta Kenan Evren bin erd bikin’

Yildirim bal kiand li ser têkoîna li Kobanê û engalê û anî ziman ku têkoîna ku kurd dimeînin ji bo gelan e û wiha pêde çû: “Heke têkoîna kut ê meandin pîroz be, divê mîmarê vê têkoînê di tariyê de nemîne.” Yildirim di berdewama axaftina xwe de nirxandina “Hikûmeta AKP’ê xwest bi dizan pak nîan bide lê ev diz tu caran nayên paqijkirin. Lê birêz Ocalan ê ku atî û wekheviyê dixwaze hê jî di hundirê çar diwaran de tê girtin. Gel lîstîka wan pûç kiriye. Em ê feraseta Kenan Evren di hilbijartinê de bin erd bikin.” Yildirim anî ziman ku di encama hilbijartinê de gelê kurd careke din têkoîna xwe nîanî hemû cihanê bide.

Mîtîng bi hunermendên Navenda Çandê ya Mîtanniyê yên derketin ser dikê û bi govendê bi dawî bû.

1182 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN