Ji KCK' daxuyaniya Mahabad
Dem : 2015.01.22  16:47:13
Hevserokatiya Konseya Rveber a KCK' bi wesleya salvegera damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabad daxuyaniyek da got, "Tkona Azadiy ya Kurdistan, di salvegera 68. a damezrandin de hesreta azad demokrasiy ya ldern komar Qaz Mhammedan dide jiyn li ar pareyn Kurdistan bi p ve dibe. Brann hesreta wan w bi Kurdistana azad demokratk re bij."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê daxuyaniyek da û got, "Têkoîna Azadiyê ya Kurdistanê, di salvegera 68. a damezrandinê de hesreta azadî û demokrasiyê ya lîderên komarê Qazî Mûhammedan dide jiyîn û li çar parçeyên Kurdistanê bi pê ve dibe. Bîranîn û hesreta wan wê bi Kurdistana azad û demokratîk re bijî."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê daxuyaniyeke nivîskî weand. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Beriya niha bi 68 salan di 22'ê Çileya sala 1946'an de li Mahabadê bi pêengiya Qazî Mûhammed, li meydana Çarçira Komara Kurdistanê hat ragihandin. Gelê Kurdistanê, di mercên guncaw ên di dawiya 2. erê Cîhanê de derketin holê, li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê ragihandin û bi vî rengî hesreta bi hezaran salan pêk anî. Komara Kurdistanê di nava demeke ji 9 mehan de, di serî de rêxistinbûyîna jinê di gelek mijarên weke çapemenî, çand û perwerdeyê de pêketinên gelekî girîng afirand. Komara Mahabadê bi taybetmendiya xwe ya gelparêz û demokratîkbûyînê re, ji bo tevahiya Kurdan bû cihê co û hêviyê. Eger Komara Kurdistanê karibûya hebûna xwe dewam bikira, çarenûsa Kurd û Kurdistanê wê îro gelekî cuda bûya. Lê mixabin, komara ku li gorî mercên guncaw ên navneteweyî ava bû, bi guherîna hevsengiyên siyasî û mercan re, nekarî hebûna xwe bidomîne. Di avakirina Komara Kurdistanê de di serÎ de Yekîtiya Sowyetan, hevsengiyên navneteweyî û herêmî çiqasî roleke diyarker lîstibin, di hilweandina komarê de jî di serî de Yekîtiya Sowyetan, guherînên li hevsengiyên neteweyî û herêmî ewçend roleke diyarker lîstin. Hêzên navneteweyî û rejîmên dewletparêz ên neteweyî, berjewendiyên xwe yên qirêj di ser her titî re girtin, bi vî rengî tevgeriyan. Yekîtiya Sowyetan jî li gorî berjewendiyên xwe yên dewletê û pragmatîk polîtîka meand. Lewma di hilweîna Komara Kurdistanê de Yekîtiya Sowyetê roleke diyarker lîstiye."

'DERSA HERÎ MEZIN AVAKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD E'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Sekna parçeyî ya Kurdan, rewa wan a bêrêxistinî û bê rêbertî ya ji yekîtiya neteweyî û siyasî dûr, Komara Kurdistanê bi tenê hitiye û komar jî li pêberî dewleta mêtînger a Îranê nekariye zêde li ber xwe bide, li meydana Çarçira cihê lê ava bû, di 17'ê Kanûna 1946'an de hilweiya ye. Ji lîderên oreê û komarê Qazî Mûhammed, birayê wî Abdulqasim Sadik Qazî û pismamê wî Huseyîn Seyîd Qazî ji aliyê hêzên Îranê ve li meydana Çarçira cihê ragihandina komarê hatine darve kirin.

Gelê Kurdistanê, nê rûmetdarî û kêfxweiya xwe ya bi ragihandina Komara Kurdistanê derket holê, ne jî hêrs û xemgîniya xwe ya mezin a ji ber hilweîna komarê û darvekirina lîderên komarê Qazî Mûhammed, Abdulqasim Sadik Qazî û Huseyîn Seyîd Qazî ji bîr nekir. Komara Kurdistanê bi damezrandin û hilweîna xwe re, ji bo Kurdan bûye reweke dîrokî ya bi dersên mezin dagirtî. Dersa herî mezin a hemû rêxistin û komên Kurd ji Komara Kurdistanê derxîne, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û birêxistinkirina hêzên lekerî yên hevpar e. Di vê dema ku li Kurdistanê di asta dîrokî de pêketin heye, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û avakirina hêza lekerî ya hevpar êdî mecbûriyeteke."

'HESRETA WAN WÊ BI KURDISTANA AZAD BIJÎ'

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Têkoîna Azadiyê ya Kurdistanê, di salvegera 68. a damezrandinê de hesreta azadî û demokrasiyê ya lîderên komarê Qazî Mûhammedan dide jiyîn û li çar parçeyên Kurdistanê bi pê ve dibe. Bîranîn û hesreta wan wê bi Kurdistana azad û demokratîk bijîn."

1244 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN