Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di mijara pêvajoyê de Hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtine û wiha got: "Ji ber van polîtîkayên dûrî muzakereyê û hevnegirtî yên AKP'ê, mafê me derketiye holê ku em pêvajoyê û nêzîkatiyên AKP'ê bi awayekî cidî lêpirsîn bikin. Weke tevger, em di qonaxa wergirtina biryarên nû û lêpirsîneke krîtîk û cidî de ne." KCK destnîþan kir ku pêvajo bi 15'ê Sibatê re ketiye rewþeke xetere, krîtîk û li ber bidawîbûnê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî pêvajoyê de daxuyanî weþand û diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê, bi daxuyaniyên xwe yên yekser û neyekser ên derheqê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera wan de hewl dide li gorî xwe rayeke giþtî biafirîne û wiha got: "Bi rêya navgînên medya û çapemeniyê yên nêzî xwe re bi israr polîtîkaya firandin û birêvebirina têgihiþtinê, dimeþîne. Gelek nivîskar, çapemenî û medya nêzî AKP'ê îdia dike ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li benda daxuyaniyekê ne. Erdogan bêhtir zêde gavî kir û bi zimanekî serdestan got 'Di van rojan de em li benda daxuyaniyê ne. Lê ya girîng ne daxuyanî ye. Em ê binêrin ka vê carê wê çekan deynin yan na' hwd."
KCK'ê da zanîn ku li hemberî vê yekê ew jî dibêjin ku ya girîng ne demagojiya "pêvajo baþ dimeþe' ye" û ev xal destnîþan kir: "Em binêrin ka vê carê desthilatdariya AKP'ê bêyî wext derbas bike hema sibê bi awayekî fermî dest bi muzakereyê bike yan na? Wê heyeta þopandinê ava bike û ev heyet wê demek berî demekê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike? AKP, eger der heqê çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkayeke xwe hebe wê vê aþkera bike û gavên þênber bavêje? Ya herî girîng jî li pêþberî pêþnûmeya muzakereyê ya Rêber Apo bi tevgera me û tevgera me jî bi raya giþtî re parve kiriye, tu gav avêtiye yan na?"
'Divê AKP dest ji bendewariyê berde û gavên þênber bavêje'
KCK'ê destnîþan kir ku divê AKP dest ji bendemayîna daxuyaniyê berde û gavên þênber bavêje û wiha gotin: "Girîng e dest ji polîtîkaya mijûlkirinê berde. Pêwîste ji raya giþtî re aþkera bike ku çima heta niha li dora maseya muzakereyê rûneniþtiye. AKP a ku di zîhniyetê xwe de tu guhertin nekiriye û di pêkanîna pratîkî de tu gav neavêtiye, nehatiye muzakereyê, gelo bi kîjan rûyî û bi kîjan exlaqa polîtîk li bendê ye Rêberê Gelê Kurd û tevgera me daxuyaniyê bide. Muzakereyên ku diviyabû di 15'ê Sibatê de dest pê bikira û gelekî bi pêþ ve biçûya, hînê ji aliyê AKP'ê ve nehatiye destpêkirin. Halbûkî 15'ê Sibatê ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber van polîtîkayên dûrî muzakereyê û hevnegirtî yên AKP'ê, mafê me derketiye holê ku em pêvajoyê û nêzîkatiyên AKP'ê bi awayekî cidî lêpirsîn bikin. Weke tevger, em di qonaxa wergirtina biryarên nû û lêpirsîneke krîtîk û cidî de ne."
KCK'ê ragihand ku Ocalan pêþnûmeya muzakereyê di hevdemiyê de ji dewleta AKP'ê û tevgera wan re ragihandiye û wiha pê de çû: "Di encama nîqaþên berfireh ên hemû pêkhateyên tevgera me de, em ji raya giþtî re bi awayekî vekirî û zelal ragihand ku em destekê didin pêþnûmeya muzakereyê ya Rêberê xwe û em li dû wî ne. Di heman daxuyaniyê de bi heman zelaliyê me destnîþan kir, ku bi qasî pêþnûmeya muzakereyê em girîngiyê didin teqwîma pêkanîna muzakereyê. Lê belê li pêþberî vê sekna zelal û biryardar a Rêberê me û tevgera me, AKP'ê careke din polîtîkaya mijûlkirinê meþand û di vê de israr kir. Li þûna derxistina qanûnên demokratîk û avêtina gavên pratîk ên þênber, di bin navê pakêta ewlekariya hundirîn de qanûnên faþîst derdixîne. AKP çiqasî dixwaze bêje demokratîkbûyîn, pêvajo û muzakere bila bêje, bi qanûna ewlekariya hundirîn de bi awayekî zelal xuya dike ku ev hemû gotin û demagojî ye. Zîhniyetekî ewçend li muzakere, demokrasî û çareseriyê girtî ye, derketiye holê ku di mijara demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de nikare ti gavê biavêje."
'Pêvajo bi 15'ê Sibatê re hat noqeyekî xetere, krîtîk û bidawîbûnê'
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Pêwîste AKP êdî demagojî, polîtîkayên ji bo afirandina têgihiþtina sexte û mijûlkirinê biterikîne. Samîmiyet û cîdiyeta wê ya li diyalogên bi Rêber Apo re, wê bi hema sibê destpêkirina muzakereyê, avakirina heyeta þopandinê, hevdîtina heyeta þopandinê bi Rêber Apo re û li ser vê bingehê bi avêtina gavên þênber bi lez û bez, wê derkeve holê. Naxwe em dixwazin ragihînin ku ji bo me pêvajo, bi 15'ê Sibatê re hatiye noqteyeke xetere, krîtîk û bidawîbûnê."