Baluken: AKP wek hikmetn ber er pskolojk dimene
Dem : 2015.02.17  18:49:10
Endam Heyeta mraliy Serokwekl Koma HDP drs Baluken di pvajoya areseriy de propagandayn ji aliy derdorn nzk hikmet yn wek gihtin merhaleya ek berdan pitre j Qendl li hember atiy derdikeve li dij Ocalan operasyon pk tne yn di demn daw de t meandin rexne kir wiha got: AKP wek xtidarn beriya xwe er pskolojk dimene hewl dide saziyn kurdan bne hember hevdu. L ya ku her ba dizane d ji vir encam areser dernekeve AKP ye.

Endamê Heyeta Îmraliyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken di pêvajoya çareseriyê de propagandayên ji aliyê derdorên nêzîkî hikûmetê yên wekî “gihîtin merhaleya çek berdanê” û pitre jî “Qendîl li hemberî atiyê derdikeve û li dijî Ocalan operasyonê pêk tîne” yên di demên dawî de tê meandin rexne kir û wiha got: “AKP wekî îxtidarên beriya xwe erê psîkolojîk dimeîne û hewl dide saziyên kurdan bîne hemberî hevdu. Lê ya ku herî ba dizane dê ji vir encam û çareserî dernekeve AKP ye.”

Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de trafîka hevdîtinê zêde bû û çapemeniya nêzî AKP’ê û bi bandora wan ve jî çapemeniya navendî hewl didin têgeha “Her tit ba dimeiya lê Qendîl asteng bû” dixwazin biafirînin û giranî dan vê têgehê. Di îdiayên ku tên kirin de tê gotin ku Qendîl li dijî Ocalan derdikeve û bi propagandaya yekalî jî heke di pêerojê de pêvajo bixetime faturayê ji niha ve dixwazin ji kurdan re derxînin.

Heyeta Îmraliyê ya ku bi KCK, Ocalan û hikûmetê re hevdîtinan pêk tîne û herî ba nêzîkatiya aliyan ba dizane diyar kir ku ev titên tên nivîsandin ne rast in û ev lêgerîna “têgeheke qirêj” afirandine. Endamên Heyetê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku di navbera Ocalan û rêxistina wî de tu nakokî nîne û ev nepêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê jî gelek caran hewldanên ku birêz Ocalan û Qendîlê, Qendîl û HDP’ê û HDP’ê li hemberî herdu aliyan derxînin çêbûn. Bi vî rengî hate xwestin saziyên tevgera kurd bînin li hemberî hev û bi vî rengî encamê bigirin. Lê berî ba AKP dizane ku ev yek encamê nagire û ji vê çareserî û encam dernakeve divê bê hesab bike. Lê di AKP’ê de tê dîtin ku ew jî wekî hikûmetên beriya xwe rêbazên psîkolojîk ên hikûmetên beriya xwe bi kar tîne.”

Balukan îdiayên tên kirin û titên tên nivîsandin wekî “Ev kampanyayê erê psîkolojîk e, bi riya çapemeniya nêzî AKP û nivîskarên nêzî wan ve têgehê bi rê ve dibin” nirxand û wiha axivî: “Ev yek ne li gorî exlaqê siyasî û feraseta siyasî ye. Rêveberiyên beriya AKP’ê jî serî li van kampanyayên psîkolojîk dane.”

‘Bi destên dewleta polîsan ve pêvajo tê dînamîtkirin’

Balukan da zanîn ku yên ku nayê pêvajoya çareseriyê ne aliyê kurd e, berovajî vê hikûmet e û nîaneya vê ya herî enber jî “Paketa ewlehiyê” ya ku sewqî meclîsê hate kirin e. Baluken ê nirxandina “Hikûmetê heta niha ku gavên enber ên ku divê bavêta neavêtiye; TMK û mewzuata qanûnî ya ku divê bê guhertin lê hikûmeta AKP’ê bi qanûnê ewlehiyê tîne û wekî ku dînomîtê dixe bin pêvajoya çareseriyê. Ji bo ku vê dînamîtê pêxin jî heste didin destên polîsan” kir.

Baluken bilêv kir ku pêvajoya çareseriyê ne pêvajoya hikûmeta AKP’ê hegemonyaya xwe ava bike ye. Baluken di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP bi rêvebirina têgehê ya ku heta niha dike ve paket anîna meclîsê têk çûye. Pêvajoya çareseriyê ne pêvajoya hikûmeta AKP’ê hegemonyaya xwe ava bike ye. Ev pêvajo demokratîkbûnê esas digire, azadiyan bergireh dike û bi vî rengî jî qanûnên ku hemû civakê rehet bike hedef dikir. Li vir hemû civak û gelê Tirkiyeyê li gorî me niyeta AKP’ê fêm kiriye. Di vê mijarê de hewceyî zêde axaftinê nîne. Hemû kesên ku pêvajoya çareseriyê û anîna paketê li meclîsê bi hevre dinirxîne nesamîmiyeta AKP’ê derxistiye zanebûnê.”

882 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN