Demrta: Dewlet dixwaze bi cnayetn pk bne ve me mecbur paketa ewlehiy bike
Dem : 2015.02.17  18:50:27
Hevserok Git y HDP' Selahattn Demrta li ser qetilkirina Ozgecan Aslan ji hem zilaman re hiyariya Bi feresata ku we j civak j dike kole re hevr werin berovaj v yek her wesayta ku l siwar dibin her mala ku dikevin bi ewle nabe kir gotinn Erdogan n Jin ji bo me diyar lutfa xwed ye j rexne kir.

Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrta li ser qetilkirina Ozgecan Aslan ji hemû zilaman re hiyariya “Bi feresata ku we jî civakê jî dike kole re hevrû werin” û “berovajî vê yekê her wesayîta ku lê siwar dibin û her mala ku dikevinê bi ewle nabe” kir gotinên Erdogan ên “Jin ji bo me diyarî lutfa xwedê ye” jî rexne kir. Demîrta bilêv kir ku “paketa ewlehiyê” jî ji bo ewlehiya serkomar, serokwezîr û hikûmet hatiye derxistin, hikûmet ji bo ku vê pêk bîne derewan dike û wiha berdewam kir: “Bûyera Serap Eser bi bîr dixin. Hevalê we Îdrîs Naîm ahîr îtiraf kir ên ku ew ewitandin endamên MÎT’ê bûn. Bi van provokasyonan re dixwazin me mecbûrî van qanûnan bikin." Demîrta got ku ew ê destûr nedin ku ev pênûme were derxistin.

Hevserokê Gitî yê HDP’ê Selahattîn Demîrta di civîna koma partiya xwe de pêketinên di rojevê de nirxand. Demîrta bi danasîna bedaran dest bi axaftina xwe kir û endamên Hewldana 78’an ên ku îkenceya Girtîgeha Amedê lêkolîn dikin da naskirin.

Demîrta bilêv kir ku heyetê heta niha gelek lêkolîn kirine û dozgeriyê têkildarî serlêdanên îkenceya li Girtîgeha Amedê biryara “demborînê” daye û wiha berdewam kir: “Di sûcên îkenceyê de wekî sûcên li dijî mirovahiyê demborîn nabe. Ev li dijî madeya 90’emîn a makeqanûnê ye. Ev biryar li dijî hiqûq û biryara raya gitî ye. Em li pit vê xebata Hewldana 78’an in.”

‘Heke hevrûbûn nebe atî jî npêk nayê’

Demîrta da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê de tê xwestin “babûneke bêbingeh” bê afirandin û wiha pêde çû: “Yên ku vê yekê dikin bila vê tabloyê ba binêrin. Dewleta ku bi îkenceyê re hevrû nabe dê bi kê re atiya çi pêk bîne ev vê ji wijdana raya gitî re dihêlim.”

Li Êlihê deka hilbijartinê

Demîrta karkerên ku li Êlihê ji kar hatin avêtin jî da naskirin û got ku Êlih di bêtalbûnê de yekemîn e û bi 850 karker bi wan re 5 hezar kes beriya hilbijartinê bi dekekî “mehaneya 6 mehan a betaliyê” hatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir lîstik û dekekî hilbijartinê heye. Hevalên me yên li Êlihê di ferqa vê lîstikê de ne. Divê hemû gelên me yê Êlihê li cem karkeran bin. Em jî wekî HDP’ê her tim li cem wan in.”

‘Heke Ozgecan di wijdana we de birînek be bi zilamtiya xwe ve hevrû werin’

Demîrta qetilkirina Ozgecan Aslan jî wekî “Cînayeta herî hov a Tirkiyeyê” dîtiye pênase kir û wekî “mijarekî axaftina wê zahmet e” îfade kir û anî ziman ku zeyanda zilam divê li hemberî vê cînayetê ji xwe fedî bike. Demîrta nirxandina “ev cînayet fersendê dide ku hemû kes bi mirovbûna xwe re hevrû be” kir ev tit anî ziman: “Mîrateya herî mezin a ku Ozgecanê ji me re hit ew e ku heke em karibin bi feraseta zilamtiyê re hevrû werin. Dersa bi sedan jinên ku hatine qetilkirin jime re hitine bi hevrûbûnê re pêkan e.”

‘Hûn nikarin vê bikin ya partiyekê yan jî baweriyekî’

Demîrta got ku vê bûyerê bi tena serê mirov nikare bike ya partiyekî yan jî baweriyekî û wiha axivî: “Heke hûn vê bûyerên bi partiyekê tenê re girê bidin hûn nikarin ji nav vê yekê derkevin. Bêguman feraseta AKP’ê diyar e. Lê ev feraset tenê di dema AKP’ê de tunebû. Berê jî hebû. Hûn nikarin bikin malî mezheb an jî partiyekê. Ev pirsgirêka kul i herê zilam dijîn hene.” Demîrta got ku di bin vê bûyerê de feraseta “zilamtiye hikmû hemû titan” dike heye û dibêje ku ev feraset bawer dike ku jin bixwe jî hemû tit ji bo wî hatiye afirandin

‘Zilamê ku bi xwe re hevrû neyê yên herî tirsonek ên cihanê ne’

Demîrta di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke em bi vî mijarê re hevrû bên divê em wêrek bin. Wêrekiya zilambûnê jî di vê xalê de derdikeve. Yên ku bi vê yekê re hevrû nabin yên herî tirsonek ên cihanê ne.” Demîrta bilêv kir ku pirsgirêk pirsgikêke zilam e û wiha got: “Ev ne pirsgirêka jinê ye. Pirsgirêka zilam e. Heke bi vê pirsgirêkê re hevrûbûn pêk neyê divê em demokrasî û mafên mirovan negirin devê xwe. Hemû tit di têkiliyên jin û zilam de veartiye.” Demîrta anî ziman ku sedema bingehîn a hemû pirsgirêkan pirsgirêka jinê ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê aliyê wî yê dîrokî û felsefî neyê jibîrkirin. Demîrta wiha axivî: “Heke ne wisa be agir dê li cihê pêketiye biewitîne. Malbata Ozgecan dê bi êa xwe ve bi tena serê xwe bê hitin û em ê jî ji bîr bikin. Li vir bi taybetî dixwazim bang li hevalên zilam bikim. Feraseta ku hikmî jinan dike titekî nade zilam berovajî vê feraseta ku zilaman jî dike kole ye. Yên kul êdana jinê, tecawizkirinê û û îdetê dixwazin zilamtiya xwe îspat bikin ev di bingehdê de li hemberî zilam hatiye kirin. Veguheriya ye tecewiza li dijî zilam. Desthilatdarî kesek xistina bin destihaldariyê û di têkîliyên jin û zilam de dest pê dike. Heta vê çareser nekin dê karkerên êlihî betal bimînin.” Demîrta cardin xwest bi wêrekî bi vî pirsgirêkê re hevrûbûn xwest.

‘Ev pirsgirêk bi butona hawarê nayê çareserkirin’

Demîrta ê nirxandina “Heke ev vê hevrûbûnê pêk neyne, pirsgirêkê fêm nekin wê demê hemû mînîbus û malên ku dikevin xetere ye. Malên ku weke bûk diçin xetere ye” kir gotina Serokwezîr a “em ê seferberiyê îlan bikin” rexne kir û wiha got: “Bi danîna butonê hawarê dê jinan biparêzin. Di esasê xwe de ev mejî xetere ye.”

'Wekîlên AKP'ê yên zilam eletew xeber didin'

Demîrta tevlîbûna wekîlên AKP'ê yên zilam ên tevlî Komîsyona Wekheviya jin û zilam a li meclîsê hatî avakirin bûn rexne kirin û wiha got: "Wekîlên AKP'ê yên zilam li wir eletew diaxivin. Heqaret li jinan kirin. Wekîlên AKP'ê yên jin jî li hemberî vê yekê bêdeng man. Heke têkoîna jinê dê bê dayîn divê cudahiya partiyan nekirin. Em ê li hemberî vê himendiya zilam bi hev re têkoînê bikin."

'Bila Wezareta Jinan a Xweser bê avakirin'

Demîrta diyar kir ku îdeta li hemberî îdeta jinê "Dibêjin jinê titek kir, dad bi texrîka giran ceza kêm dike" û bi van gotinan pergal rewa dike. Demîrta anî ziman ku di pirtûkên dersê de jî cudakarî tê kirin. Demîrta da zanîn ku hewcehiya sereratkirina zagonan er t û divê wezareta jinan bê avakirin û wiha got: "Berê xwe bidinê li holê wezîra berpirsiyara jinan tuneye. Rûyê wê yê derbikev holê tuneye. Ez bawer dikim weke jinek û dayîke gelek xemgîn e. Lê nikare tu titî bike. Navê we Wezîra Jinan e lê tu berê xwe dide devê du zilaman. Serokwezîr û Serokomar dê çi bêje. Ev e Wezareta Jinê. Divê Wezareta Jinê cuda bê avakirin û perçeyekî hikûmetê na. Divê Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê bê avakirin. Tedbîrên zagonî dê çawa bên girtin divê ev wezaret biryarê bide. Divê dadgehên îhtîsas ên têkildarî îdeta jinê re bên avakirin. Divê dozger û dadgerên jin vir peyvirê bigirin. Hikûmeta di her mijarê de dadgehên taybet ava dike di vê mijarê de tu gavan navêje. Dadgerên zilam wan kesan nikarin darizînin. Heke di vê mijarê de cesareta we hebe dê atî ji vî welatî re bê. Heke weke duh Serokwezîr gotî jin diyariyekî xwedê daye zilaman û bi wê himendiyê nêzîk bibin çareser nabe. Di vê mijarê de derewan dikin di olê de titekî wisa tuneye. Em ê di vê mijarê de li cem hevalên xwe yên jin bibin û ji bo ev yêk pêk bê rawestin Hevserokatî ji ber vê yêkê girîng e."

'Di vê paketê de ewlehiya civakê tuneye'

Demîrta bertek nîanî paketa ewlehiyê jî da û wiha axivî: "Paketa ji 130 madeyan pêk tê amade dikin lê tê de ewlehiya civakê tuneye. Çi heye, ewlehiya xwe, Serokwezîr, hikûmet û Serokomar heye. Serokwezîr çend rojin li televîzyonan digere û vê yêkê vedibêje. Lê ecemî ye. Xwedê heye yê din di vî karî de gelek pispor bû. Lê dema ev derewan dike rûyê sor dibe û çavên xwe direvîne. Xwe nede zorê û derewan neke. Bi rojane hikûmet hewil dide bêje bonzaî û molotfê qedexe dike. Heke hûn ewqas hesas in banga me ji we re. Werin em vê paketê bikin du made. Lê derdê wan ev nîn e. Dibêjin bi vê paketê dê azadiyan pêk bînin. Molotofan diavêjin û digerin. Ev derew e. Yên molotof avêtin 20 cezayê girtîgehê girtin. Ev zagon ji hikûmet û waliyan re peywira dadê dide. Ji walî re peywira binçavkirnê dide. Walî dêbjin wî binçav bikin pitî 24 seat unda dê bêje dema wî ya binçavkirinê dirêj bike. Dadger tuneye, dozger tuneye û parêzer tuneye. Dêbêjin ez dê lêgerîna we bikim ferma waliye...Hunê hikûmetê ermezar bikin, zamên serokomar ermezar bikin walî dê ji vê yêk nerihet be û dê di demê de te binçav bike. Ev zagon van tîne."

'Em ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derkevin'

Demîrta got, "Polîs ji ber we rûyê xwe ji zilma dewletê girt, di destê we de ne kev û ne jî molofot tunebin jî dê wek bikuje. Ev zagona wan tîne. Serokwezîr end rojin bêyî fedî bike derewan dike." Demîrta da zanîn ku li hemberî zagonê dê muxalefetekî bi hê bikin û wiha pê de çû: "Hînî hêz û bêhna me têrê bike em ê ji bo zagonê asteng bikin bixebitin. Em dê meclîsê qifil bikin. Heke partiyên din jî amade bin em dê bi wan re bi hev re tevbigerin. Heke serokwezîr dibeje 'Ev zagon dê derbikeve' em jî dê li hemberî ji bo dernekeve bi israr bin. Divê hemû kesên derve yên biguman dengê xwe bilind bikin. Pitî ev zagon derket vegera wê tuneye. Dê cînayet zêde bibin."

'We Serap ewitand'

Demîrta bibîrxist ku Endamê Meclîsa ODP'ê ji ber Serokomar rexne kir hate girtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hêj zagon derneketî li kolan pêk pêk tên. Pitî zagon derket ewlehiya tu kesî tuneye." Demîrta ji AKP'iyan re jî wiha got: "Bila nebêjin em AKP'î ne tu kes destê xwe nade me. Heke li hemberî vê zagonê dernekevin dê ew zagon li wan jî bide. Serokwezîrê di derewan de ecemî duh evê çû got. Keça me Serap ewitandin. Wezîrê Karên Hûndir ê te Îdrîs Namî ahîn got yên Serap ewitandin endamên MÎT'ê bûn. Du sal berê min ev gotibû."

Demîrta wiha pê de çû: "Niha jî derdikevin dibêjin Serap Eser çawa ewitandin. Yên ewitandin hûn bûn û we xwest provokasyonê pêk bînin. We ew ewitandin û tirs afirandin û we got heke me dernexin dê çi çêbibe. Yên ewitandin zilamên wan in. Rêxistinên sûc ên herî mezin di nava dewletê de bi xwe ve girêdan. Ev zagon ji wan re lazim e û ji ber ku gel di nuqteya îsyanê de ye. Ji van polîsan re peywir dayîn ji komkujiyan re rê vekirin e."

Demirta, bilêv kir ku her made pêvîst be dê hefteyekê biaxivin û wiha got: "132 made em dê 132 hefteyan nîqa bikin. Heke cesareta wan hebe bila bînin. Lê heye hilbijartina vê zagonê nikarin derixin."

'Dê Hîpokratê jî qedexe bikin'

Demîrta destnîan kir ku derbarê doktorên di berxwedana Gezî de birîndar dermankirin doz vekirin û ji wan doktoran yek jî Serokê Odeya Tabîbên Enqere ye û bi serarastkirina dê sonda Hîpokratê jî qedex bikin.

Demîrta balkiand ser pirsgirêkên tendûrîstiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta sextekar pere ji me digire û di qotiyên solan de vediêrin û ji me re jî xizmeta tendûrîstiyê nakin."

Demîrta bang li hemû kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û wiha berdewam kir: "Dê ji herkesî re ximzeta tenduristiyê bêpere bidin."

1064 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN